Kürt Kültürü ve Sanatı | Kürtçe Mp3 & Kürtçe Müzik & Kürtçe isimler & Kürtler Hakkında Herşey. | Seite 2

Kürt Kültürü ve Sanatı

Kürtçe Mp3 & Kürtçe Müzik & Kürtçe isimler & Kürtler Hakkında Herşey.



Lawiko

Emman emman lawiko
Tu mêrxas î egîdo
Xwîna te pir şêrîn e
Jîyan ji te girtine

Çûm berîka baranê
Fuat egidê min kanî
Li Stenbolê şehîd ket
Dilê me agir pê ket

Evin ji te ra jîn e
Şoreş ji gel re tîne
Di rêya azadîyê de
Barê mezin hiltîne
Gotin û Muzîk:Silêman-MervanCandaş


Hinda bû

Hinda bû ax hinda bû
Çavên reş biryên xelek
Ber çavê min hinda bû

Ez hatim mala yarê
Bejin zirav wek vê darê
Min nedî wek vê yarê
Hinda bû ax hinda bû

Mala yarê li jor e
Kulîlka girtî dor e
Evîndarî ewqas zor e
Hinda bû ax hinda bû
Gotin: Yilmaz Dunen
Muzîk: Abdullah Karakaş


Dara Jînê me

Ez Dara Jînê me li nav rojhilata navîn
Min gelek ba û bager dît lê ez neşikestim
Min gelek ba û bager dît lê ez neşikestim

Ez bûm tov ketim erdê şîn bûm li kulîlkên Adarê
Li Herekol, Cûdi û Sîpanê, Munzur, Deşta Heranê
Li Herekol, Cûdi û Sîpanê, Munzur, Deşta Heranê

Di ciyê avê de min xwîn vexwar
Pêlgê min weşîyan lê ez hişk nebûm
Pêlgê min weşîyan lê ez hişk nebûm
Gotin û Muzîk: Şefiq