Kürt Kültürü ve Sanatı | Kürtçe Şiirler

Kürt Kültürü ve Sanatı

Kürtçe Mp3 & Kürtçe Müzik & Kürtçe isimler & Kürtler Hakkında Herşey.



Evina dıl:Cegerxwin

Evîna dil, te dil kiriye birîndar
Bihara min, hemî zer bûn gul û dar

Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik
Ketim heştê, ji nû ve bûm evîndar

Diran û çav dil pêk ve şikestin
Û porê min spî bûye bi yek car

Bi her çaran dibî xort û dibî pîr
Ji bona min nema hêja ne her çar

Nezanim ez, digel jînê dibazim
Weke berxê di nav pencên gurê har

Cihan pêk ve di çavê min de xweş bû
Niha, pîr im, di çavên min de bû sar

Şeva reş pej vedane, hate ser min
Ku roja min li ber ava ye, êvar

Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm
Ku pîr bûme, hemî kes bûne neyar

Evîna min wekî hespê çeleng e
Revandim ez, ezê çibkim bi hesar?

Ketim heştê û serjêr bûme deştê
Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar…

Berê rengê pilingan ez bi saw bûm
Ji ber xapan, niha bûme keftar

Bi ber pêlan ketim bê dos û daxwaz
Dinalim ez wekî hirçê birîndar

Ceger-xwîn bes bibêje, pir dirêj e
Bes e Kurdo, ji xew rabe tu hişyar! …


Xwedêyo, nizanim ka çi dixwazim,

çi ye armanca min bi şev û roj,
çi ye çavên min ên westayî lê digerin,
çima dişewite dilê min ê şikestî.

Ji nik nasan direvim
û dixwişim quncikek aram,
guhdariya dilê xwe yê nesax dikim,
awirên min dinoqin tarîtiyê.

Ji wan direvim ên
li cem min bi min re hemfikir in
lê di dilê xwe de henekên xwe bi min dikin
û bi sedan galegotan newehiyan li min dikin.

Dema ew guhdariya helbestên min dikin,
ew mîna sorgulan dibişirin
lê piştî ez diçim,
ew dibêjim ez bêşerm im.

Dilê min, dilê min ê şeyda,
dilê ji ber vê xerîbiyê dişewite!
Êdî bo kesek din neke hewar,
bi Xwedê kî, vê şeydayiyê bihêle!


Derdê Welat

birînek kur e birînek giran e
durbun hêvî û bê çaretî
derdêmin derdê welat
dilê min girtîye agir û pêt

tên ber çavên min ew çîyayên bilind
mêrgû zevî kend û bend
deşt û newal bajar û gund
tên ber çavêmin dar û ber kevir û zinar
nema li min dil û kezeb tev anîne xar

tên ber çavê min berx û mîh
li xîyalamin nare tû der û cîh
bêrî û bêrîwan pez û şivan
berx û berxwan naxir û gavan

tên ber çavên min kes û ne kes
merd û nemerd mêr û teres
axa û xulam zana û nezan
jar û har zengîn û xizan

lê her dem di bîr û xeyala minde
berbejnde di ber min de
raman e di mêjûyê minde
lê ez hêvîme di evîna min de
…………………………………….
min îşev xemnek dît welat azad bu
ne yar û teres lê dur bun