Kürt Kültürü ve Sanatı | Kürtçe Şarkı Sözleri

Kürt Kültürü ve Sanatı

Kürtçe Mp3 & Kürtçe Müzik & Kürtçe isimler & Kürtler Hakkında Herşey.



Delal

Heywax delalo heywax
Derbasdibe dem û çax

Binêr ketim tengayê
Gazî dikim tu nayê
Ezê çawa xew bikim
Bê welat xewkam nayê
Dîsgotin

Ez bindest im ez hêsîr
Dest û lingên bi zêncîr
Hêvya te me delalo
Çavê min li çar hawîr
Dîsgotin

Ka destê xwe dirêj ke
Min ji vê çerxê xelas ke
Tu jî her wekî Kawa
Navê Kurd serfiraz ke
Dîsgotin
Gotin û Muzîk: Nenas


Kemberzêr

Kemberzêrê kember zêr
Kemberzêrê Qaş mermer

Fîstan sorê kezî zer
Kembera xwe dida ser
Lawkê xemla xwe girêda
Reş rihana xwe dida ser

Kemberzêra heldayî
Bav delala heldayî
Xizim zêra bedayî
Feq tuj lewra axayî

Kemberzêra Boşatî
Bav delala Boşatî
Tu bi xizêma şimşatî
Zû çûyî dereng hatî

Kemberzêra zin zinî
Bavdelala zin zinî
Xizimzêra mezin î
Bimrî û bijî a min î
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Ferqîn)


Xerîbim

Ji te dûr im li van Çolan
Dinya limin bûye zîndan
Xerîbim ez xerîbim

Xerîbim ez xerîbim
Dimrim ez te nebînim yar yar yar yar
Xerîbim ez bêhalim xerîbim ez evdalim
Ji kezebê dinalim way

Dayê bê te ez sêvî me
Wek teyrê baskşikestî me
Xerîbim ez xerîbim
Xerîbim ez xerîbim
Dimrim ez te nebînim yar yar yar yar
Xerîbim ez bêhalim xerîbim ez evdalim
Ji kezebê dinalim way

Gava tu têyi bîra min
Xerîbî diçe zora min
Xerîbim ez xerîbim
Xerîbim ez xerîbim
Dimrim ez te nebînim yar yar yar yar
Xerîbim ez bêhalim xerîbim ez evdalim
Ji kezebê dinalim way
Gotin û Musik : Mistefa Gazî