Kürt Kültürü ve Sanatı | Kürtçe Kitap tanıtımları

Kürt Kültürü ve Sanatı

Kürtçe Mp3 & Kürtçe Müzik & Kürtçe isimler & Kürtler Hakkında Herşey.



Denge Dile Mın - Mehmet Atlı

Am Dm Am E
Ci ji duré te çi li néziké te
Am Dm Am E
,Nagihe dilé te dengé dilémin

Am E Am
Carek were carek were
E Am G F E
Mévanemin be ev dilé ku ji bo te, disewite bibine
Am E
Cerek beje carek Béje
Am E
Te ji hez kir, carek beéje
Am G
Héviyam’m nema dil çilmisi
F E
Bo min bes E carek Béje

Am Dm
Ne bawer im ne héetidar
Am E Am Dm
Dilsikesti tengezar, bi vi hali sil derbas bun, ne
Am E
Parsek im ne bendewar

Am E
Carek were carek were
E Am G F E
Mévanemin be ev dilé ku ji bo te, disewite bibine
Am E
Cerek beje carek Béje
Am E
Te ji hez kir, carek beéje
Am G
Héviyam’m nema dil çilmisi
F E
Bo min bes E carek Béje


Jemal Nebez-Kurd (Dîrok û Kultura Wan)

http://www.avestakitap.com/download/217bb.jpg

Lêkolînên bi kurdî zêde dibin

Ji bo ku kultur û zimanê kurdî ji sînor û çarçoveya folklor û edebiyatê derkeve, kurdî bibe zimanê jiyana modern, divê lêkolînên ji disiplînên cihê ji zimanê orijînal bo kurdî bên wergerandin. Piştî ‘Şerefname’,‘Dîroka Kurd û Kurdistanê’, ’40 Sal Xebat di Riya Azadiyê de’, ‘Kurd û Kurdistan’, ‘Êzdiyatî’ û hin kitêbê bîranînan, vê carê jî di seriyala‘Kurdolojî’ de kitêba alimê nasraw ê Başûrê Kurdistanê Jemal Nebez a li serdîrok, kultur û zimanê kurdî, bi navê ‘Kurd Dîrok û Kultura Wan’ derket. Kitêb ji aliyê Ergîn Opengîn ve ji ingilîzî bo kurdî hatiye wergerandin.

Devamını Okumak için Tıklayınız…


Arshak Safrastian-Kurd û Kurdistan

http://www.avestakitap.com/download/59bb.jpg

Li siwarên me yên lezgîn binêre, çi bêtirs û vekişîn in. Binêre li êrîşa xurt û leza hespên wan. Mirovên me dema bi çargavî diçin, tivingên xwe li dijminê xwe direşînin û rast li nîşana xwe didin; ew dikarin dema li bintengiyên kurtanên xwe ve dixişiqin û di navbera herdu lingên hespên xwe yên pêşiyê re tivingên xwe diteqînin jî şer bikin. Bi izna Xwedê! Hindî ku mirovên me wiha bin em dikarin dinyayê feth bikin û tu miletek li dinyayê nikare xwe zêde li ber me ragire.

Kitêba ku bi van rêzan dest pê dike di sala 1948an de bi zimanê ingilîzî li Hollanda çap bûye. Li ser nivîskarê wê di lîteratura kurdolojî de tu agahî ninin. Le wek ku ji navê wî; Arshak Safrastian (Arşak Safrastiyan) xuya dike ku ew ermen e.

Dîsa ji naveroka kitêbê diyar e ku di destpêka sedsala 20an de hatiye nivîsandin. Pêwendiya nivîskar bi şaxsiyetên kurd re baş e; ew li gelek ciyên Kurdistanê geriyaye. Argument û nêzîkbûna wî wek a entelektuelekî kurd e, ji hundiru li meselan dinêre, bi çavekî kurdewarî ji zemanên kevn heta nîvê sedsala 20an dîroka kurd û Kurdistanê radixe ber çavan.